Thursday, May 21, 2015

Nesrînê + Mihemed Şêxo

Nesrîn
Demê min tu dîtî Nesrîn
Herdu çavêt di reş digrîn
Ewan çava di gotne min
Careka dîn tu min nabîn
Dil û canêm tev bûne xwîn
Ji hemîla min vebûn birîn
Ji ber şenga didan zêrîn
Ji ber şoxa bejin şêrîn
Te dêm têkel befr û xwîn
Tu j'gula buy gula Nesrîn
Buhar behî, Nesrîn werya,
Kevnenêrî li ser çêrya
Heyfa min têt Nesrîn girya
Rondik weryan ser wan rûya
Ew çavê reş gelek girya
Nesrîn xwezî te bibînim,
Tu şîn bibî careka dî
Ne li vê dinê li dinek din
Ne li vî warî li warekî din
Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo

Friday, March 27, 2015

Min dî sipîdê xemilî
Kesk û zer û sor û gulî
Sîngê ji zêran kir gilî
Hatin sema bisk û gulî
Agir te berda vî dilî
Carek xwe berde vî milî
Hewran ji ber rojê hilî
Rûne di nêva pencerê”

Thursday, March 19, 2015

Xêro Ebbas - Sibê Zû


Sibê zû hat ba min
Bêhna gula hate min
Dil sipî bû wek rokê
Dinya û alem bû li cem min
Sibe zû hat odê
Ruh û canê min şînda
Gava mi go tu ji ku tê
Go ez horîya xwedê da
Li bendî te mam ji mêjda
Hey kanîya jîyanê
Neçîrvano qurbanê
Hey xezala li beriyê
Sibê zû hat ba min
Bêhna gula hate min
Dil sipî bû wek rokê
Dinya û alem bû li cem min

Tuesday, February 17, 2015

Ciwan Haco + Zînê

Hatî xewna min, Gula min hez kir
Çav bi hêstir bû, Jin min gazin kir
Ev dilê min te çima birîn kir
Seva tarî ji ba min bar kir.

Zînê zanibî ez ne bêbext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê,Zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray,eywan û text im.

Ew gula ku av dabû bijîn
îro ketiye, destê te bi xwîn
ketiye destê bêbext û derewîn
Şah dibin lı ser lêvên hingivîn

Zînê zanibî ez ne bêbext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê,Zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray,eywan û text im.

Gulê zanîbe tenê tu yar î
Soza min be li ve dinyayê
Heke ez bimirim li ve gora tarî
Dîsa dibêjim gulê tu yar î

Zînê zanibî ez ne bêbext im
Zînê rewsa tu tê de serwext im
Zînê,Zînê ez jî wekî te bindest im
Zînê tac û seray,eywan û text im

Friday, January 23, 2015

Nîzamettîn Arîç - Ehmedê Xanî


Medres çêkir li nava çîya
Xanî gula di nav şaira
Medres çêkir li nava çîya
Xanî gula di nav şaira 
Xwedayê me nezer lê da
Hawar  ya herzetî Xanî
Xwedayê me nezer lê da
Hawar  ya Ehmdê Xanî
Hevizam vekir li vî zemani
Hevizam vekir li vî zemani 
Te li Bazîdê mekan danî
Şevê rojê ez ha dînim
Rû cîhanê te nabînim
Eşqa te li me bi kar kir
Wekî bilbil me azar kir
Hevzam vekir vî zemanî
Te li Bazîdê mekan danî
Meqamê te pir hevraze
Şevê rojê dikim awaze
Memo Zînê te dixwaze
Hawar ya Ehmedê Xanî
Hevzam vekir vî zemanî
Te li Bazîdê mekan danî
Meqamê te li serî rêye
Li me bû axirîya dewrêye
Yasax bûn beytê Xanî ye
Hawar ya Ehmedê Xanî
Hevzam vekir vî zemanî
Te li Bazîdê mekan danî.

Nîzamettîn Arîç - Bilûrvan im

Keko ez bilûrvan im
Bi her tiştî dizanim

Çiyan tênim govendê
Berxê mîjo di bendê

Hirç û hov û dar û ber
Lotan didin tev li ber

Ev masiyên Derya Reş
Bi bilûra mi serxweş

Welat tijî bûn li deng
Tên dîlanê şox û şeng

Keko ez bilûrvan im
Ez şivan û gavan im

Rûniştî me bin darê
Didim pesnê biharê

Dengê saza min zîze
Darbilûra min gîze

Ez pif dikim bilûrê
Dil agir e, dikûrê

Şiyarbûne rast û çep
Tirk û Taçîk û Ereb

Vexwariye me ev durd
Ji bo şiyar bikim kurd

Lê ez çibkim ranabî ?
Nizanim wê çawabî ?

Nizam kere jan jî ker ?
Ez bi gurzan tême ser

Serî hişke wek kevir
Divê bişkê bi bivir

Divê gurzan deynim ser
Yan jî jêre bêjim her

Dijmin dêwê xwînvexwar
Welat kirye tar û mar

Hirç ketiye nava rez
Li min bûye lez û bez

Dikim hewar û gazî
Bi vî dengî, vî sazî

Kes guh nadî saza min
Qîr-qîr û gaz-gaza min

Kurdno hemî bibne yek
Dest bavêjin gurz û çek

Werin şerê hirç û dêw
Biparêzin mal û mêw

Ji vî bextê minê resh
Ez nexweş û ew nexweş

Bê xwedîne rez û mal
Ezê çibkim pîr û kal

Rezê min e, ji kerkûş
Dijmin xwar û maye pûş

Dikim qêrîn û gazî
Dilê min wer dixwazî

Ez pêwanim bilûrvan
Ne mêrkujim, dilovan

Bi guv-guv û bi nalîn
Kurd ranabî Ceger-xwîn !

Helbest: Cîgerxwîn
Muzîk: Nîzamettîn Arîç