Bilind e bejn û bala te Li ser taca te esman e Kitanek rengsipî daye Serê Zozan û Sîpane Li jorê kanî û cobar Wekû hêstir dibarin xweş Li jêrê te dibînim ez Bihuşt û bax û bistan e Kirasek etlezîn kesk e Bi rengê rojê nexşîn e Li bejna te dibînim xweş Bi surme şal û mîtan e Çi rengşêrîn e yara min Şepal û nazik û şox e Ferat û Diclê û Xabor Bi ser bejnê de berdane Muzîk: Mihemed Şêxo Helbest: Cegerxwîn
were xemê , xemûşê
de mi go xatrê mala bavê te dar e
ji dara jî dar çinar e
......
Çûme Cizîrê
... çûme Cizîrê lê lê Cizîra Botan
şahlûl û bilbil li hev bûne cote
Me gotinê evînî ji hevre digota
Xizêm wunda bû lê lê... li cem Mîrê Botan
çûme Cizîrê lê, Cizîr li wî alî
Keçkên Helebiya werne wî alî
Lê keçkên Estêliya werne vî alî
Lê keçkên Cizîriya werne vî alî
Lê ji kerbê delalê lê lê... ketme vî halî
çûme Cizîrê lê... Cizîr mezin e
Lê çûme Cizîrê Cizîr mezin e
Wele jê derketin ew birê jina
Çûme ya pêşî lê gelekî kin e
Çûme ya nêvî ne li gorî min e
Ez çûme ya dawî ew yara min e
Bavê wê bimre lê lê... ez nadim hina
ez mêvanê dilê te me evîndarê bejna te me pir hêsirê çavê te me ji xweşika ez yarê te me ey hevala min rûxweşika min ey hevala min lêvşêrîna min lêvşêrîn û devxweşik ê birhan êdî zirav bikê çavên ji şevê reş bikê tilyanbi şimê zer bikê serbilinda min ey hevala min lal û hêjar im evînê serxweş û mest im li ser zÎnê bi hêvaltî mel civînê ez Mem im tu jî zîn ê valantîna min rûxweşika min mîna bexça wez geş kirim mîna bîhoka ez geş kirim ker û kor û bêzar kirim ez şehîdê bejna te me ey welatê min kurtdisna min nama çêke bi kurdî dinê bêje vî derdî zor û stem min pir dî çi heval bû me ji xwe'r dî ey hevala min welatê min ey hevala min
Amed bi ser Dicle digirya bi her du çavan e
Got li minê çi şermekê mezin e giran e
Li başûrê welêt xelkê me bûye perêşan e
Digerin li warekê ku lê bibin mêvan e
Feleka xayinê, çi şermekê mezin e giran e
Li şûna biran, serdest bûye mazûban e
Mêvan rast kirine çadir û kolan e
Li dor hêlan leşkar bi tifeng û singûyan e
Li min lê lê, li min lê lê ....
Dereng e, dereng e, ro razaye nîvê şevê ye
Ji binê konekî qîrîna Zînê tê
Zîna neh salên, ji birînan xew nê ye
Dayikê bang kir, Zînê ciwan î, ez bi gorî
Te kezeba min kewand keçê lorî, lorî, lorî
Zînê got, lê dayê, Zîn bi heyranê
Qîrîn şerm e dizanim, lê birînên min xedar in
Agir û janê bedena min rebena xwedê helandin
Li min lê lê, li min lê lê ....
Li dora çadirê, civiya bû komeke jin û beyan e
Mirovên serbilind, stûxwar li ver dimane
Qîrîna Zînê, agir berdabû cigera kon e
Nemabû xewa çavan, ne şahiya dilan e
Pîrekê bang kir:
Xwedê, ay xwedê, di jînê li hovan bike qetran e
Tev zarokên me kirine mirî û birîndarên bomban e
Warên bav û pîran li me kirine dojeh û zindan e
Em le welêt bûne sirgûn, koçerên cihan e
Xwedey, jînê le hawan bike qetran e
Kalekî bang kir:
Hûnê şîreta min bidine keç û xortan e
Li min lê lê, li min lê lê ....
Bes e xapandina salan, bila êdî fêr bibin dersan e
Biratiya bêbextan hemî pêkenîn û talan e
Li cihanê kesek nabe hevalê bindestan e
Bona xatirê Zîna neh salên ku niha dike sikran e
Bona xatirê Zer û Esmerê me kurdan e
Ku îro berê xwe dane çol û Kerbela ne
Di bila hişyar bin
Tekevin rêçika azadiya Kurdistan e
Li min lê lê, li min lê lê ....
Berbang e, berbanga rojekê îlona 88an e
Cenaze yê Zîna çeleng radigrine goran e
Şîna reş xwe berdaye sar kona mihaciran e
Keçeke neh salîn, xwe gihandiye refên cangoran e
Erê Zînê
Ji bo xatirê gel, welate xwe, bûye qurban e
Dayika Zînê bang kir:
Hûne dawiyê bidine hêstiran e
Hûne xwedîken zarokên, li ber şîrê dayikan e
Di bila bixebitin ji bo azadiya Kurd û Kurdstian e
Li min lê lê, li min lê lê,....
Weyla çûko rebeno
Tu ket xefka heseno
War û hêlîn xerabo
Ne qirşik û ne beno
Çûka ... belek e
Lê teriya wî(na) xelek
Heseno bêîman e
Xefka wî ne henek e
..
Ma ne çûkê beytik
nikilê wîna kinik e
Erê çûkê bilepik
Lê ber goştê berxik
Ma ne çûkê dimdim e
Dimişe û dilukime
Heseno Bêîman e
xwediyê ceh û genim e
Heseno bêîman e
Xwediyê nanê genim e
..
Heseno kurê har e
Çûkê min pê nikare
Êşa çûkê mi dijwar e
Bi ketina buharê
Çûkê min sôr û zer e
Li ser wî ceng û şer e
Bila çûkê mi bifire
Û li Hseno venegere
Sed oxir ji te re
Li Heseno venegere
wê rengê esmanê sor dibe yarê wê min re jî rê xuya dike yarê para min a îro jî veqetîn e...jaro jaro êdî biyanî cîrana min e
wê riya dûr û nenas bextê min girt yarê bext li ber min girt yarê hişê min bû graveke mezin distirên zimanên hesûd kilama veqetinê de ax û eman ya min e...
xatûnê bi xatirê te lê şekirê navê desmalê hevalê porsora minê rûkê şox û şengîyê
bihuşta me li dû maye, li dû maye emrê bihara me qediyaye rê bang min dike, çavê min zîz e nayê red kirin ew qeder e...
Min dît cara 'ewilî min hejê kir'j hemî dilî
çavêt me keftine êk gelek axêftin gel êk
min dît cara 'ewilî
Em pêk vê çûn çûn çûn dîr dîr dîr dîr.
kêfxoşî şêrînî 'b axaftin û kenî .
û Kenî
çavêt me keftine êk gelek axêftin gel êk
min dît cara 'ewilî
Me got me got me got me got dê ava kîn dê ava kîn.
Qesreke 'j evînê.
Paytexta te dê danînim dê danînim dê danînim.
shemala ber bînêShemala
çavêt me keftine êk gelek axêftin gel êk
min dît cara ewilî
Rêka me shev e tarî ye .
Derya ye bé rex û rî ye
kelekvanê bê gemî ye teyrekî bê çeng û pî ye
rêka me tarî ye Rêka me
çavêt me keftine êk gelek axêftin gel êk
min dît cara 'ewilî
Lê havîna te li min çi sar e.
Çendî şkestî û dil bêwar e
Çav pirsyarî ji gul û ji dara
Ma gelo rojekê tê li min veger(e)
Xerîbê lê! vegere lê!
wekî berê
Hê li bîra min hêsrê çavên te
Gava tu çûyî
te digot
Bi xatirê te!
Ez bihêvî me
Ku bême bîra te
Bendewarê roja hatina te
Xerîbê lê!
Vegere lê!
Wekî berê
Gava ku roj here ava
Pê re dim're
Roniya tavan
Çûk û bilbil vedigerin hêlînê
Tu bi tenê tê bîra min
Lê şêrînê
Xerîb e lê, vegere lê
Wekî berê, wekî berê
gotin sar dibin, wexta pesnê te bidim gotin şaş dibin
wexta wesfê te bidim çavê xwe kil meke, lêvên xwe sor meke tu ne mihtêc î lê cemala xwe xira meke gotin sar dibin, wexta pesnê te bidim gotin şaş dibin
wexta wesfê te bidim
ez dimirim nav pelên behran da ez winda dibûm nav pelen daran da ... tu rind î tu bedew î, w'ez hêsîre navê te bûm tu gul î tu sosin î, her tim ber bêhna te bûm.. ez xort bûm,ciwan bûm, li ser xwe bûm tu dûrî min bûyî, wexta ez mihtêcê te bûm... Gotin û Muzîk: Ciwan Haco
Kelemê çava dîjmin û neyara Heval bendî karkêr û gundî xwezana Hey zana!
Xwişka Leyla hejayê cigerê xwe kolayê Ji bo dost û gelû xwe serxwebûnê hildaye Bijî bijî her bijî Leyla Zana her bijî Bijî bijî her bijî keçe Kurda her bijî Bijî bijî her bijî qiza Kurda her bijî
Xwişka me zana ye, Leyla keça Kurda ye Nav û dengê gelê me serxwebûnê hildaye Bijî bijî her bijî Leyla Zana her bijî Bijî bijî her bijî keçe Kurda her bijî Bijî bijî her bijî qiza Kurda her bijî
Li meclîsa enqere xwişka Leyla qîrek da Şan û şahî bela kir ji bo xatirê gelê xwe
Li peytextê pir xweş kir damarê Kurda geş kir Leyla got cesaret kir, rêya azadîye vekir Bijî bijî her bijî Leyla Zana her bijî Bijî bijî her bijî keçe Kurda her bijî Bijî bijî her bijî qiza Kurda her bijî..
Qumrîkê Qumrîkê wez romî me belê Delalê wez romî me Kumsor û efendî me belê Kumsor û efendî me Xulam çavên reşbelek Aşiqa keçka gundî me De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra min nayê Qumrîka li ser zinara belê Delala li ser zinara Kulîlka nava dara belê Kulîlka nava dara Heyfa çavên reşbelek Ketiye destê neyara De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te xewka min nayê
Bê te sebra min nayê
Qumrîkê ser bi zêr e belê
Sîng dergeha bajêr e Heyfa çavên reşbelek Qumrîkê didin mêr e De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê Hinê bînin li teştê kin Hinê bînin li teştê kin Şîr û şerbetê çêkin Kevçî bi kevî rûn lêkin Bînin li destê zavê kin Bînin li serê zavê kin Şarika bûkê heftreng e Dayê rabe dereng e Dawet hatî ber derî Bîhna zavê pir teng e Bîhna bûkê pir teng e Ha dîlan dîlan dîlan Stran dîlan û lîlan Çi bûkekî delal e Zava bû xwedî mal e
ax... hey wax li min, hey wax li min... lê mala minê heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazÎ lê mi nadinê hûn ê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê Lê xweşik jinê hey wax li min hey wax li min mala min ê heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê
ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi xwedê wez ê bêjim: ew e mêrê bi sed mêran e ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne
ax.. dayê pê re hatî cejn û îda vê qurbanê keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê Salihê pismamê min bang kir got: De porkurê were binêr Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê dî... li eywanê gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê... dilê min şewitî lê agir danê heywax li min heywax li min mala minê heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax