Saturday, December 14, 2013

Diyar - Tîna Rojê

Tîna Rojê
Çavên te wek morî
De razê lorî lorî
Ev şevên reþ û tarî
Roj derew e bimirî

Gurên har li hev kirin 
Ev dinya reş kirin 
Ev dinya teng kirin 
Ar şeref  bîr kirin 
Ar namûs  bîr kirin 
Dile me birîn kirin .

Lê nabe berxê'm nabe
Roja me tarî nabe 
Bi tîn û şewqa wî
Bextê me ronî dibe

Ey teyrên li ezman 
Pêlên avên çeman
Big'rin bibin bi xwarê 

Vî dilê bêderman 
Biçin ber bi roja me 
Bibin dilê me 
Bêjin halê me 
Bê wî nayê sebra me 


Gotin û Musîk: Diyar

Wednesday, December 11, 2013

Birader - Dema tu çû

Çûne û çûne, rê pir dûr e

Nema tu tê, ez vê dizanim

Lê çi bikim birîn kûr e

Jan ji dil tê, ez pê nikarim

te xatir xwest û ji ba min cû

hêvi veşartî li çavan de

Lezek meşî pir bi heybet

jiyanek nû di gavan de

wer cana min were ba min

wer dilê min were ba min

evîna min bihara min

hêviya min jiyana min

Hinav şewitîn li dû te

Ji boy te şaş e, ez vê dizanim

Xweska carek min jî bigota

qet ne xem e, lê ez nikarim

te xatir xwest û ji ba min cû

hêvi veşartî li çavan de

Lezek meşî pir bi heybet

jiyanek nû di gavan de


wer cana min were ba min

wer dile min were ba min

evina min buhara min

heviya min jiyana min

Friday, December 6, 2013

Xanima min

xanimminbermaliya min,
xanima min, bermaliya min,
xanima'm, bermaliya'm, rindît xemla mala min
xanima'm, bermaliya'm, rindît rewş, a mala min
delala min îro ji min xeyidiye
bi gazinc e, bi axîn e, dil cemidî ye
xanima min, bermaliya min, xanima min, bermaliya min,
xanima'm, bermaliya'm, rindît xemla mala min
xanima'm, bermaliya'm, rindît rews, a mala min
xanima min, bermaliya min,
dîsa çi bûye li ba me,
rabûne kul û derdê me
dîsa çi bûye li ba me,
rabûne kul û derdê me
xanima'm, bermaliya'm, rindît xemla mala min
xanima'm, bermaliya'm, rindît rews, a mala min
xanima min were ba min
roniya her du çavê min
xanima'm, bermaliya'm, rindît xemla mala min
xanima'm, bermaliya'm, rindît rews, a mala min
zanim xanim birîndar û bi evîn e
derdê mêran û zarokan pir diks, ine
xanima min, bermaliya min,
xanima min, bermaliya min,
xanima'm, bermaliya'm, rindît xemla mala min
xanima'm, bermaliya'm, rindît rewş,a mala min
bawer nakim vê `ked`a wê
hêz nadim dest û piyê wê
xanima'm, bermaliya'm, rindît xemla mala min
xanima'm, bermaliya'm, rindît 
rewş,a mala min
xanima min were ba min
roniya her du çavê min
xanima'm, bermaliya'm, rindît xwîna rehê min
xanima'm, bermaliya'm, rindît 
rewş, a mala min
xanim diks,ine wek dayika min kurdistan
mêr û zarok xeçel bûne weke kurdistan
xanima min, bermaliya min,
xanima min, bermaliya min,
xanima'm, bermaliya'm, rindît xemla mala min
xanima'm, bermaliya'm, rindît 
rewş, a mala min
dixwazî bibe wek xaniman
jîn bike mêr û zarokan
belê tu raste delalê
diaxîne wek te sivan
xanima'm, bermaliya'm, rindît xwîna rehê min
xanima'm, bermaliya'm, rindît 
rewş,a mala min
xanima min were ba min
roniya her du çavê min
xanima'm, bermaliya'm, rindît xwîna rehê min
xanima'm, bermaliya'm, rindît 
rewş,a mala min

Wednesday, December 4, 2013

Xêro Ebas- Dilberê

Dilbera rojê rojê were civinê
Dilê min birîndar e tu bikewînê 
Dilberê lê esmerê lê
Dilberê lê çavreşê lê 

Bawer ke dilê reben bê te şikestî
Jiyana min pûç û ziwa, can pey te ketî
Dilberê lê esmerê lê
Dilberê lê çavreşê 

Jiyana dûrî çava, jiyanekî reş
Dilê min kiriye "davê" min kiriye serxweş 
Dilberê lê esmerê lê
Dilberê lê çavreşê lê 

Dilbera rojê rojê ma qey tu nayê
Evîna dîle min ez kirime belayê 
Dilberê lê esmerê lê
Dilberê lê çavreşê lê 

Mihemed Şêxo - Cana şêrîn

Cana şêrîn

 

Ey can canê cana şêrîn
Te du pirsyar ji min kirin
Car revend in car koçer in
Nizanim kê em jê kirîn
 
Şibê de ta roj diçû ava
Ta ku heft nîvekê şeva
Her ez bûm şevgerêt şeva
Ez bûm per canê van çava
 
Revend im ez revandim ez
Revendekî bi lez û bez
Yê bê reşmal û koz û pez
Ji dîtina te têr nabim ez





Helbest: Mistefa Artûşî
Muzîk: Mihemed Şêxo

Monday, December 2, 2013

Ebas Ehmed- Keynê Giran


Keynê Giran

Lê lê keynê giran giran
Keyn kevoka nav çadiran
Ez keynê nadim bav û bira
Ji bav û bira şêrintir e
Keynê keynê mala min
Agir berda nava min
Derdê dilê'm mîna agiran
Lê keynê giran giran
Keyn kevoka nav çadiran
Ez keynê nadim bav û bira
Ji bav û bira şêrintir e
Bavê keynê çûye xwêyo
Hêvîdar im ji Xwêdêyo
Bavê keynê ji wê de nêyo
Qirûşek û nîvê min lêyo
Ez keynê digirim ji bêrdêlêyo
Xortê Mêrdîn li ser malêyo

Sunday, December 1, 2013

Reşîd Sofî - Baran Kî Çax Dibarî

Ki çax baran dibarî
Baran kî çax dibarî
Ji bo hêsrên min
Werin xwarî
Aşiqê baranê me
Baranê vê buharê
Bejna wê şêrîn yarî
Dihêje wekî darî
Kezî şêrînê
Kezî şil bû
Berda dilê min
keder û arî
Berda dilê min
keder û arî
Buhar buhara sorgulan
Navê te dilê bilbila
Xweş têne mîna simbilan
Dîsa bi xêt bêtin buhar

Nîlufer Akbal - Ez Taze Me

Ez Taze Me

Ez taze me taze me kurko dîno taze me 
Bimrim bêjim ya te me kurko dÎno taze me 
Destmala destê te me kurko dîno taze me 

Balekan kuç bi kuçe
Alik sêv yek alûçe
Were min birevîne
Dibêjim dinya pûç e

Ez taze me taze me kurko dîno taze me
Bimrim bêjim ya te me kurko dÎno taze me
Destmala desté te me kurko dîno taze me

Balekan benge benge
Giya rabû hemû renge
Were min birevîne
Dibéjim sal derenge

Ez taze me taze me kurko dîno taze me
Bimrim bêjim ya te me kurko dÎno taze me
Destmala desté te me kurko dîno taze me 

Friday, November 29, 2013

Mihemed Şêxo - Kurdistan

Bilind e bejn û bala te
Li ser taca te esman e
Kitanek rengsipî daye
Serê Zozan û Sîpane
Li jorê kanî û cobar
Wekû hêstir dibarin xweş
Li jêrê te dibînim ez
Bihuşt û bax û bistan e
Kirasek etlezîn kesk e
Bi rengê rojê nexşîn e
Li bejna te dibînim xweş
Bi surme şal û mîtan e
Çi rengşêrîn e yara min
Şepal û nazik û şox e
Ferat û Diclê û Xabor
Bi ser bejnê de berdane


Muzîk: Mihemed Şêxo
Helbest: Cegerxwîn

Şivan Perwer - Mamoste Can

Pîremêrdê çûbû xwendegehê gundê

Li hewşê da rawestiya

Dewreyan lê da mamosta

Gotî ha xale can

Çi digereke ha xale can

Pîremêrdî beste ziman

Peştî çema bû wek goçan

Le mamosta ronî û bedlovanî

Gotî ha Mamosta can

Bi qurban mamosta can

Fêrîm nakî çon binûsim Kurdistan...

Mihemed Şêxo - Mixabina vê jînê

Mixabina vê jînê
Sotim derdê evînê
Ma ne bes e şêrînê

Were şêrînê canê
Ji dil derxe vê janê
Bila herkes bizanê
Ma bo çi ye ev evîn

Tenê tu yî Zîna min
Armanc û evîna min
Wêran neke jîna min



Helbest: Sebrî Botanî
Muzîk: Mihemed Şêxo

Monday, November 25, 2013

Miço Kendeş " çûme cizîrê

Miço Kendeş " çûme cizîrê

were xemê , xemûşê
de mi go xatrê mala bavê te dar e
ji dara jî dar çinar e
......
Çûme Cizîrê
... çûme Cizîrê lê lê Cizîra Botan
 şahlûl û bilbil li hev bûne cote
Me gotinê evînî ji hevre digota
Xizêm wunda bû lê lê... li cem Mîrê Botan

çûme Cizîrê lê, Cizîr li wî alî
Keçkên Helebiya werne wî alî
Lê keçkên Estêliya werne vî alî
Lê keçkên Cizîriya werne vî alî
Lê ji kerbê delalê lê lê... ketme vî halî

çûme Cizîrê lê... Cizîr mezin e
Lê çûme Cizîrê Cizîr mezin e
Wele jê derketin ew birê jina
Çûme ya pêşî lê gelekî kin e
Çûme ya nêvî ne li gorî min e
Ez çûme ya dawî ew yara min e
Bavê wê bimre lê lê... ez nadim hina

Gotin û Muzîk: Seîd Yusif

Birader - ez mêvanê dilê te me

ez mêvanê dilê te me


ez mêvanê dilê te me
evîndarê bejna te me
pir hêsirê çavê te me
ji xweşika ez yarê te me
ey hevala min rûxweşika min
ey hevala min lêvşêrîna min
lêvşêrîn û devxweşik ê
birhan êdî zirav bikê
çavên ji şevê reş bikê
tilyanbi şimê zer bikê
serbilinda min
ey hevala min
lal û hêjar im evînê
serxweş û mest im li ser zÎnê
bi hêvaltî mel civînê
ez Mem im tu jî zîn ê
valantîna min rûxweşika min
mîna bexça wez geş kirim
mîna bîhoka ez geş kirim
ker û kor û bêzar kirim
ez şehîdê bejna te me
ey welatê min
kurtdisna min
nama çêke bi kurdî
dinê bêje vî derdî
zor û stem min pir dî
çi heval bû me ji xwe'r dî
ey hevala min
welatê min
ey hevala min
kurdistana min

Mihemed Şêxo - Sînem

lê lê sînem 

çiya bilinde ez te nabînim 


sînem sînem sînemê

erê min got 

mektûbekê bişîne ji cizîra botan 

ji bo bixwînê sînemê


erê heger te ne xwest î 


û ez dextor im û ez hekîm im 


sînem sînem ciwanê


ayyyy ayy sînemê

Sunday, November 24, 2013

Nîzamettîn Arîç. Zînê

Zînê

14 Gulan 2011 di 02:34
Amed bi ser Dicle digirya bi her du çavan e
Got li minê çi şermekê mezin e giran e
Li başûrê welêt xelkê me bûye perêşan e
Digerin li warekê ku lê bibin mêvan e

Feleka xayinê, çi şermekê mezin e giran e
Li şûna biran, serdest bûye mazûban e
Mêvan rast kirine çadir û kolan e
Li dor hêlan leşkar bi tifeng û singûyan e
Li min lê lê, li min lê lê ....

Dereng e, dereng e, ro razaye nîvê şevê ye
Ji binê konekî qîrîna Zînê tê
Zîna neh salên, ji birînan xew nê ye
Dayikê bang kir, Zînê ciwan î, ez bi gorî
Te kezeba min kewand keçê lorî, lorî, lorî
Zînê got, lê dayê, Zîn bi heyranê
Qîrîn şerm e dizanim, lê birînên min xedar in
Agir û janê bedena min rebena xwedê helandin
Li min lê lê, li min lê lê ....

Li dora çadirê, civiya bû komeke jin û beyan e
Mirovên serbilind, stûxwar li ver dimane
Qîrîna Zînê, agir berdabû cigera kon e
Nemabû xewa çavan, ne şahiya dilan e
Pîrekê bang kir:
Xwedê, ay xwedê, di jînê li hovan bike qetran e
Tev zarokên me kirine mirî û birîndarên bomban e
Warên bav û pîran li me kirine dojeh û zindan e
Em le welêt bûne sirgûn, koçerên cihan e
Xwedey, jînê le hawan bike qetran e

Kalekî bang kir:
Hûnê şîreta min bidine keç û xortan e
Li min lê lê, li min lê lê ....
Bes e xapandina salan, bila êdî fêr bibin dersan e
Biratiya bêbextan hemî pêkenîn û talan e
Li cihanê kesek nabe hevalê bindestan e
Bona xatirê Zîna neh salên ku niha dike sikran e
Bona xatirê Zer û Esmerê me kurdan e
Ku îro berê xwe dane çol û Kerbela ne
Di bila hişyar bin
Tekevin rêçika azadiya Kurdistan e
Li min lê lê, li min lê lê ....

Berbang e, berbanga rojekê îlona 88an e
Cenaze yê Zîna çeleng radigrine goran e
Şîna reş xwe berdaye sar kona mihaciran e
Keçeke neh salîn, xwe gihandiye refên cangoran e

Erê Zînê
Ji bo xatirê gel, welate xwe, bûye qurban e
Dayika Zînê bang kir:
Hûne dawiyê bidine hêstiran e
Hûne xwedîken zarokên, li ber şîrê dayikan e
Di bila bixebitin ji bo azadiya Kurd û Kurdstian e
Li min lê lê, li min lê lê,....


Gotin: Şahîn Bekirê Soreklî

Ciwan Haco-Yêrivan

Yêrivanê Yêrivan

Ciwan Haco


Yêrivanê Yêrivan
Am
Peyv in, deng in, awaz in
G Dm
Ceng in, leyz in, tinaz in
G Am
Yêrivana min
Am C
Yêrivanê yêrivan
Dm C Dm
Peyv in, deng in, awaz in
C
Ceng in, leyz in, tinaz in
G Am
Yêrivana min
Am
Dengê te hilbûye jor
G Dm
Bîna xwe wê daye dor
G Am
Yêrivana min
Am C
Yêrivanê yêrivan
Dm C Dm
Peyv in, deng in, awaz in
C
Ceng in, leyz in, tinaz in
G Am
Yêrivana min
Evîna me belavkin
Car carna silavkin
Yêrivana min
Yêrivanê yêrivan
Peyv in, deng in, awaz in
Ceng in, leyz in, tinaz in
Yêrivana min

Îmad Kakilo- Çûko Rebeno

Weyla çûko rebeno
Tu ket xefka heseno
War û hêlîn xerabo
Ne qirşik û ne beno
Çûka ... belek e
Lê teriya wî(na) xelek

Heseno bêîman e
Xefka wî ne henek e
..
Ma ne çûkê beytik
nikilê wîna kinik e
Erê çûkê bilepik
Lê ber goştê berxik

Ma ne çûkê dimdim e
Dimişe û dilukime
Heseno Bêîman e
xwediyê ceh û genim e
Heseno bêîman e
Xwediyê nanê genim e
..
Heseno kurê har e
Çûkê min pê nikare
Êşa çûkê mi dijwar e
Bi ketina buharê
Çûkê min sôr û zer e
Li ser wî ceng û şer e
Bila çûkê mi bifire
Û li Hseno venegere
Sed oxir ji te re
Li Heseno venegere


Îmad Kakilo


Ciwan Haco - Diyalog


Bi sond bi peyman
Ezê nehêlim kuç li ser kuç
Kit jê nahêlim
Ezê bajar bikim
Dojeha li ser riwê erdê
Da “gawir” vegerine
Ser riya “Ata” yê mezin
Bere êdî Şirnex bêje
Xwezî bi Dêrsim, Geliyê Zîlan
Xwezî bi Helepçe
De lêxin “gurên boz” lêxin
Kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê şûrê me lê bilind bibe
Ti serê xwe ranakin
Dixendirine newala
Lêxin “Aslanlar” lêxin
Mizgîniya “mirinê” bighînine
Qulpê û Xwişmakên wê
Bêjin vaye hat “Mirina Zer”
Bere ev çiya û zinar
Nas bikin ez kî me
Ez im “Sayar” im
Neviyê “Xanê” mazin
Yê “Ata” û yê “lsmet” !

Pesnê xwe nede
Xezeba te ji tirsa nava te ye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
Dilovaniyê zanyariyê dide
Tu bi şûr !
Min gelek dîtin bahozên “zer”
Li vî erdî gelek nîv-mirov
Di çav xwe de “Fêris”
Di nava xwe de “Newêrek” û
“Bêbext”
Derbas bûne
Gelek hatine bablîsokên zer
Te basa “‘Xanê” mezin
”Ata” û “lsmet” kir
Ew hatin û çûn
Lê ez li vir im
Ez Ii vir im
  



 Li Şernexê, Nisêbînê û li Qulpê

ez li vir im


Li ber dîwarê birca Amed
Ez li vir im mîna Sûrhê me

Li ser sînga te
Mîna direhê me
Di gewriya te de
Di çavên te de
Bablîsoka ji agir im
Ez li vir im
Mîna surhê me li ser sînga te
  



Birçî, tazî, bider serê xwe natewînim
Sirûda Welat dixwînim
Kolanan dadigrim
Bi rê ketiye Meşa Azadiyê
Zindan min kiriye mala rûmetê
Dibistana şoreşê

Ez li vir im

Bûme dîwarê qalind li ser sînga te
Li vir im
Nobedarê dara gwîzê me
Tiwa li hewşê
Nobedarê tenûra dayîka şîrîn im
Ez li vir im

Hevîrtirş im
Di legena hevîrê welat de
Ez dipêjim nanê “Kurdayetiyê”
Esabên min ji cemed e kura
“Agirî”
Di dilê min de dojeha sor
Dema ez tî dibim latê diguvêşim
Ax nanê min e eger birçîbim
Lê dîsa li vir im
Bar nakim her li vir im
Sûrha giran im li ser sînga te
Ez bazim û hêlîna min
“Bagok” û “Herekol” e
Ez pêşmerge me egîd im
Dîwarê qalind im li ser bedena te

Bipirse ji ”Iskenderê Mezin”
Ew ê bêje te
Çend dijwar e tîra min
Ewê bêje te çîroka min
Ev çiya carekê rabûne
Ku hew bitewin
Ez li vir im
Sûrhim li ser sînga te
  



Li vir im û bang dikim
Birayê xwe li pişta xetê
Li başûr li bareş
Were ba min ka destê xwe
Pişta te me “Sûrha Çîn”
Bawer meke gotinên “Marê Zer”
” RIH DIBE BOST, LÊ DIJMIN NABE
DOST “
”Paşayê Kor” mîrê Rewandûz
Mîna Bedirxanê Botan
Ne gotin bakur û başûr
Dane ber xwe
Ji Dêrsim. heta bi Mûsil

gotin :

Em in lawê Mozopotamya

Em in lawê Kurdistan

Em in lawên Kurdistan

Bibihîzin her kes soza min

Li vî xakî min nivîsiye paşeroja xwe

Li vî xakî dinivîsim dîroka roja xwe

Li vî xakî jî ez ê binivîsim dahatûya xwe

Helbest: Mehmed Uzun

Saturday, November 23, 2013

Ciwan Haco- Xerîbiyê



Birîndar kirim xerîbiyê
Ez ji xwe re kuştim xerîbiyê
Min bese ji vê eziyetiyê
Berê 'm kete vê beriyê

Dikim nakim ji bîra 'm naçê
Rewşa welat û beracê
Çiya û newal û qelaçê
Ez ne melek im xwediyê tacê

Kuro lawo welat xweş e
Me jê bar kir rojê reş e
Dijmin sote wek serxweş e
Ji zilm û zorê me da meş e

Vê buharê gul pişkivîn
Li çol û çiya û dilê birîn
Dil û (hi)navê min dikewgirîn
Kanî welat û ala rengîn

Derdê welat pir giran e
Jêre divê jîr û zana
Mêjî û ziman ew derman e
Wê xilas kin Kurdistana

Helbest: Feyruşe HACO
Muzîk: Ciwan HACO
Albûm: Girtiyên Azadiyê

Bajar - B'xatirê te

wê rengê esmanê sor dibe yarê
wê min re jî rê xuya dike yarê
para min a îro jî veqetîn e...jaro jaro
êdî biyanî cîrana min e

wê riya dûr û nenas
bextê min girt yarê
bext li ber min girt yarê
hişê min bû graveke mezin
distirên zimanên hesûd
kilama veqetinê
de ax û eman ya min e...

xatûnê bi xatirê te lê
şekirê navê desmalê
hevalê porsora minê
rûkê şox û şengîyê

bihuşta me li dû maye, li dû maye
emrê bihara me qediyaye
rê bang min dike, çavê min zîz e
nayê red kirin ew qeder e...

Friday, November 22, 2013

Eyaz Yusif ' Cara Ewilî '

Eyaz Yusif ' Cara Ewilî '


Min dît cara 'ewilî min hejê kir'j hemî dilî
çavêt me keftine êk gelek axêftin gel êk
min dît cara 'ewilî


Em pêk vê çûn çûn çûn dîr dîr dîr dîr.
kêfxoşî şêrînî 'b axaftin û kenî .
û Kenî
çavêt me keftine êk gelek axêftin gel êk
min dît cara 'ewilî


Me got me got me got me got dê ava kîn dê ava kîn.
Qesreke 'j evînê.
Paytexta te dê danînim dê danînim dê danînim.
shemala ber bînêShemala
çavêt me keftine êk gelek axêftin gel êk
min dît cara ewilî


Rêka me shev e tarî ye .
Derya ye bé rex û rî ye
kelekvanê bê gemî ye teyrekî bê çeng û pî ye
rêka me tarî ye Rêka me
çavêt me keftine êk gelek axêftin gel êk
min dît cara 'ewilî

Xêro Ebas - Dilşkestî

Lê havîna te li min çi sar e.
Çendî şkestî û dil bêwar e
Çav pirsyarî ji gul û ji dara
Ma gelo rojekê tê li min veger(e)
Xerîbê lê! vegere lê!
wekî berê
Hê li bîra min hêsrê çavên te
Gava tu çûyî
te digot
Bi xatirê te!
Ez bihêvî me
Ku bême bîra te
Bendewarê roja hatina te
Xerîbê lê!
Vegere lê!
Wekî berê
Gava ku roj here ava
Pê re dim're
Roniya tavan
Çûk û bilbil vedigerin hêlînê
Tu bi tenê tê bîra min
Lê şêrînê
Xerîb e lê, vegere lê
Wekî berê, wekî berê

Ciwan Haco- Gotin sar dibin

gotin sar dibin,
wexta pesnê te bidim
gotin şaş dibin 
wexta wesfê te bidim
çavê xwe kil meke,
lêvên xwe sor meke
tu ne mihtêc î lê 
cemala xwe xira meke
gotin sar dibin,
wexta pesnê te bidim
gotin şaş dibin 
wexta wesfê te bidim
ez dimirim nav pelên behran da
ez winda dibûm nav pelen daran da

...
tu rind î tu bedew î,

w'ez hêsîre navê te bûm
tu gul î tu sosin î,

her tim ber bêhna te bûm..
ez xort bûm,ciwan bûm,

li ser xwe bûm
tu dûrî min bûyî,

wexta ez mihtêcê te bûm...


Gotin û Muzîk: Ciwan Haco