Sunday, November 24, 2013

Ciwan Haco - Diyalog


Bi sond bi peyman
Ezê nehêlim kuç li ser kuç
Kit jê nahêlim
Ezê bajar bikim
Dojeha li ser riwê erdê
Da “gawir” vegerine
Ser riya “Ata” yê mezin
Bere êdî Şirnex bêje
Xwezî bi Dêrsim, Geliyê Zîlan
Xwezî bi Helepçe
De lêxin “gurên boz” lêxin
Kit ji wan nehêlin
Bira zanibin
Cihê şûrê me lê bilind bibe
Ti serê xwe ranakin
Dixendirine newala
Lêxin “Aslanlar” lêxin
Mizgîniya “mirinê” bighînine
Qulpê û Xwişmakên wê
Bêjin vaye hat “Mirina Zer”
Bere ev çiya û zinar
Nas bikin ez kî me
Ez im “Sayar” im
Neviyê “Xanê” mazin
Yê “Ata” û yê “lsmet” !

Pesnê xwe nede
Xezeba te ji tirsa nava te ye
Alem pesnê xwe bi mirovaniyê
Dilovaniyê zanyariyê dide
Tu bi şûr !
Min gelek dîtin bahozên “zer”
Li vî erdî gelek nîv-mirov
Di çav xwe de “Fêris”
Di nava xwe de “Newêrek” û
“Bêbext”
Derbas bûne
Gelek hatine bablîsokên zer
Te basa “‘Xanê” mezin
”Ata” û “lsmet” kir
Ew hatin û çûn
Lê ez li vir im
Ez Ii vir im
  



 Li Şernexê, Nisêbînê û li Qulpê

ez li vir im


Li ber dîwarê birca Amed
Ez li vir im mîna Sûrhê me

Li ser sînga te
Mîna direhê me
Di gewriya te de
Di çavên te de
Bablîsoka ji agir im
Ez li vir im
Mîna surhê me li ser sînga te
  



Birçî, tazî, bider serê xwe natewînim
Sirûda Welat dixwînim
Kolanan dadigrim
Bi rê ketiye Meşa Azadiyê
Zindan min kiriye mala rûmetê
Dibistana şoreşê

Ez li vir im

Bûme dîwarê qalind li ser sînga te
Li vir im
Nobedarê dara gwîzê me
Tiwa li hewşê
Nobedarê tenûra dayîka şîrîn im
Ez li vir im

Hevîrtirş im
Di legena hevîrê welat de
Ez dipêjim nanê “Kurdayetiyê”
Esabên min ji cemed e kura
“Agirî”
Di dilê min de dojeha sor
Dema ez tî dibim latê diguvêşim
Ax nanê min e eger birçîbim
Lê dîsa li vir im
Bar nakim her li vir im
Sûrha giran im li ser sînga te
Ez bazim û hêlîna min
“Bagok” û “Herekol” e
Ez pêşmerge me egîd im
Dîwarê qalind im li ser bedena te

Bipirse ji ”Iskenderê Mezin”
Ew ê bêje te
Çend dijwar e tîra min
Ewê bêje te çîroka min
Ev çiya carekê rabûne
Ku hew bitewin
Ez li vir im
Sûrhim li ser sînga te
  



Li vir im û bang dikim
Birayê xwe li pişta xetê
Li başûr li bareş
Were ba min ka destê xwe
Pişta te me “Sûrha Çîn”
Bawer meke gotinên “Marê Zer”
” RIH DIBE BOST, LÊ DIJMIN NABE
DOST “
”Paşayê Kor” mîrê Rewandûz
Mîna Bedirxanê Botan
Ne gotin bakur û başûr
Dane ber xwe
Ji Dêrsim. heta bi Mûsil

gotin :

Em in lawê Mozopotamya

Em in lawê Kurdistan

Em in lawên Kurdistan

Bibihîzin her kes soza min

Li vî xakî min nivîsiye paşeroja xwe

Li vî xakî dinivîsim dîroka roja xwe

Li vî xakî jî ez ê binivîsim dahatûya xwe

Helbest: Mehmed Uzun

No comments:

Post a Comment