Sunday, November 17, 2013

Şivan Perwer - Ehmedê Mala Mûsa



ax... hey wax li min, hey wax li min... lê mala minê
heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazÎ lê mi nadinê
hûn ê çawa bikûjin xweşmêra ji bo xatirê mi rebenê 
Lê xweşik jinê
hey wax li min hey wax li min mala min ê
heyfa çavên reş û belek hûn dibînin îro ax ketinê


ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweşmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
tesbîhê di destê wî de ji kevrê şadî, lê ji kehreban e
ew mêrxasê xweşmêra nekuje bi xwedê wez ê bêjim:
ew e mêrê bi sed mêran e
ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne

ax.. dayê pê re hatî cejn û îda vê qurbanê
keçik û kurikê me derketin govend, şahî lê vê dîlanê
Salihê pismamê min bang kir got:
De porkurê were binêr Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê dî... li eywanê
gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê...
dilê min şewitî lê agir danê
heywax li min heywax li min mala minê
heyfa çavê reş û belek dibînin hawar, dibînin ax 

No comments:

Post a Comment