Monday, April 14, 2014

Ciwan Haco - Hest

Ciwan Haco - Hest 

Ez pîr û kal bûm ji van derdan
Axîn û keserê min jî nav dil da

Derdê dilê min gelek giran e
Jê re dibêjin ev çi êş û jan e
Hawîrdora me bûye ferman e
Xort û keçên me li serê çiya ne

Lo lo hevalno we sozek da min
Serê xwe hildin werin li ba min

Derdê dilê min gelek giran e
Jê re dibêjin ev çi êş û jan e
Havîrdora me bûye fermana
Xort û keçê me li serê çiya ne

Dibêjin em bira ne
Ferqa me ji hev nîne
Ez jî dipirsim
Çawa dibe ku em bira bin û ez bê nav bim bêzar bim
Dibêjin çima çeklanîn çima hêsir ma qibleta me ne yek e
Lê şêxên me zarokên pêxember û pîrên me murîdên lalêşa nûranî bi darve dikin
Dibêjin ev hezar sal e em hemwelatê hev in
Xwîna me li van tixûbantiyê kiriye hev bûye û rijiya yê
Em jî dibêjin lê ev heyştê sal e tenê xwîna me dirêje bi destê we biran dirijiya
Lê dîsa jî em li pey gotinên hozanên xwe ne
Cegerxwîn ê dil bi hesret
Em hîn dibêjin biratî
Biratiya rasteqîn lê tu qebûl nakî
Em dibêjin wekhevî lê tu qebûl nakî
Em hîn jî dibêjin hevaltî lê dîsa tu qebûl nakî
Ez êdî nizanim çi êdî bibêjim çi êdî bikim
We tu rê li pêşiya min nehîşt
Xeynê hilgeşînê Hilgeşîna zinar û çiyayên bilind
Warê egîdan welatê ku roja azadiyê lê hatiye der

No comments:

Post a Comment