Wednesday, June 4, 2014

Êşa Rojava

Çûmê çiyayê kurmênc li nav gerîm 
Efrîn mîna bûkan bi xemla zêrîn
min dît 
Efrîn bi ser xwe de dilorîn
jê pirsiyam hêstir ji çavan barîn
bersiv sar bû li ser lêvên wî yê şêrîn

xort û keçen min ji bo welat cangorî
ji başur ji bakur venegerîn
talan dibin dikin hawar û qerîn
dil û cîgera min ji sînga min çirîn
hey  wax li min hey wax, hey wax li min
hey wax li min çawa welat tê dizîn

berê xwe min da çolê, wê beriye
bûm mevanê bajarê kobaniyê
min dît keçek digiriya li wê bejiyê
bi dilsotî pirsiyam ji wê horiyê 
hey wax li min hey wax, hey wax li min

xwîna birayê min rijiya li vê goriyê
yarê min kuştin leşkerên Sûriyê
her du mirin bo eşqa azadiyê 
sonda min ji ku bigihe ronahiyê
hey wax li min hey wax, hey wax li min
hey wax li min ji vê zilm û zoriyê

ez çûme serdana girê Şermola 
hat qêrîna zarok û mindalan
pirsiyam ji sînemayê, ji dîwaran
ji Amûdê hîn tê dengê hewaran
hey wax li min hey wax, hey wax li min
hey wax li min ji nalîna şûnwara

min berê xwe da bajarê evînê
min dît qamişlokam di nava şînê
şêxê şehîdan, mişel bibîrtînê
navê mişel şehîd dinivîsîne
navê mişel temo dinivîsînê
heywax li min heywax ji vê lehiya xwînê

dirbêsiyê çara xwe lê nabînê
dêrika hemko rondikan dibarînê
serêkaniyê eşa xwe dilorînê
kurd li şamê dest danî ser birînê
heywax limin heywax, heywax li min
heywax li min ji wê lehiya xwînê

No comments:

Post a Comment