Wednesday, July 16, 2014

Temo - Tazî Me Birçî Me!


Tazî me birçî me, mela!
Çi bikim bi rojî û nimêj?
Kom bûn li min derd û bela,
Çi bikim ji vê rîha dirêj?

Te ez kirim kolê neyar,
Te ez ji banî birim xwar
Bindestê dijmin mest û jar
Derman çi ye ka wer bibêj!

Kurtan li mil em bûne ker
Barê neyar her tim li ser
Li pişta min e ax û keser
Derman çi ye ka wer bibêj?

Banga te ya sar û rijî
Qet agirê dil nakujî
Ev nan bi bangê napijî
Ey rî dirêjê dîn û gêj!


Muzîk: Temo
Helbest: Cegerxwîn

No comments:

Post a Comment