Saturday, June 21, 2014

RUKEN U CEMAL WERMÊLÎ

Mamoste bo me bêje Min omîd e ji mêj e ramana Kurdistanê
tu bi ciwanî darêje
zane ew e ramanê, ya anvê Kurdistanê
xak û cihê kurdan e
perçeke ji vê cîhanî
..
zane ew e ramanê, 
ya navê Kurdistanê
Xak û cihê kurdan e
Perçeke ji vê cîhanê
Mamoste min hîvî ye
bêje pêşmerge kî ye
bo çî bi rex û çek e

Pêşmerge zêrevan e
li ber sÎngê dijminan e Ji bo parastina welatî,



ji bo e canfida ne Erê şehîd çi ne? Bo çi ev gotin e Bêje navek pîroz e

Bi xwîn û leş û giyanî
Wan ji me  kir berevanî
Bo azadiya miletî
canê xwe kir qurbanî
..
Ma ev e, çi ala ye
Bilind bejn û bala ye


Li ser bana li ser çiya
Wisa ciwan hildaye
Ew ji bo me nîşan e
Xebat û berxwedan e
Diruşmê gelê me ye,
pênasa kurdan e..


Çend Kurdistanên me hene?
Ew bo çi çar perçe ne?
Me her êk welatek e?
Yan jî hemî pêk ve ne?
Zanî çar perçe çi ne

çar rexêt me dijmin e
Kurdistana bixêr û bêr
Her êk dibêjit ya min e
..
Erê mamoste, belê
Baş ron bike vê meselê
gotina te wa şêrîn e

Bêje! guhê me lê
Bila bila, li ser çava 
Rûkena can û ..
Bêjin bakur û başûr
Rojhilat û rojava
Were nexşê tu çêke
Navêt wan tu lê ke

sînroên hemiyan êk 
anku Kurdistan êk e
...
Gotin: Veger Koremark
Awaz: Şivan Ferec





No comments:

Post a Comment